Jineke Kurd bi bihaneya ku navê wê di lîsteya kesên xwestî de bû hat binçavkirin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku roja Duşemê 13’ê Rezberê 2021, jineke Kurd li bajarê Efrînê dema serdana hevserê xwe li zîndanên dagirkeriyê dikir ji aliyê milîsên dagirkeriyê ve hat binçavkirin.

Nûçegihan diyar kir ku milîsên ”Emin Siyasî” jina bi navê Ferîde Mistefa dema ku serdana hevserê xwe bi navê Hemûdê Ebid Qadêr Seydo kir, bi bihaneya ku navê wê di lîsteya kesên ku tên xwestin de heye, bin çav kir.

Ferîde (28) salî ye û dayîka du zarokan e. Ew ji gundê Kurka yê navçeya Mabeta ye ku hêjî çarenûsa wê heta îro ne diyar e.

Milîsên dagirkeriyê rojên pêşîn ên meha Rezberê, şênî Hemûdê Ebid Qadir Seydo ji şêniyên gundê Birîmce yê navçeya Mabeta ye, li ser rêbenda ewlehiyê ya li têketina rojhilat ya bajarê Efrînê ye, bin çav kir.

Related posts