62 mal li Bilbilê hatin desteserkirin û xwediyên wan jî bi kirê rûniştine

AFRINPOST-Taybet

Ji dema ku dagirkeriya Tirkî û milîsên wê herêma Efrînê dagir kirine, hewlên koçberkirina Efrîniyên mayî bi rêya desteserkirina mal û milkên wan bê navber dewam dikin.

Di vê derbarê de Afirnpostê lîsteyên navên şêniyên ku malên wan hatine desteserkirin bi dest xist lê ji ber rewşa ewlehiyê nikare bi raya giştî re parve bike.

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên ”Lîwa Ecnad Hums” bi serkêşiya sermilîs ”Erabe Idrîs” ku ji gundê Mibarekiyê yê gundewarê Humsê ye, (60) Kurd ji şêniyên bajarokê Bilbilê ji malên wan qewitandin û malên wan desteser kirin. Lê zêde navmaliyên wan dizîn û hinek mal veguherandin baregehên leşkerî.

Nûçegihanê me li navçeya Bilbilê destnîşan kir ku şêniyên ku ji malên wan hatine qewitandin, li bajarê Efrînê mal ji milîsên bi navê ”Ceyş El-Wetenî” bi pereyên pir bi kirê birine yan jî li gel nasên xwe yên li gundên kêleka wan rûniştine bi hêviya ku vegerin malên xwe yên desteserkirî.

Nûçegihan diyar kir ku şêniyan gelek caran gilî li ba ya bi navê ”Komîteya Vegerandina Mafan” lê guh nedan wan û hêjî milîs di malên wan de ne.

Related posts