Milîsên ”Sultan Mûrad” kirêker bi zora çekê qewitand û mala Kurdekî desteser kir

AFRINPOST-Taybet

Milîsên ”Sultan Mûrad” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwanî mala şêniyekî Kurd bi navê Mihemed Osman ji şêniyên bajarokê Şera ku li dorhêla mizgefta şêx Şewax li taxa Efrîna Kevn piştî ku kirêker bi zora çekê derxist desteser kir. Û yê ku mal kirê kiriye ji şêniyên gundê Şêxûtka yê navçeya Mabeta ye.

Di çarçoveya bazirganiya bi malên koçberên Efrînê de, nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku niştedagîrekî mala şêniyekî Kurd Hisên Mihemed li taxa Efrîna kevn bi 1600$ firot niştedagîrekî Xûtanî.

Related posts