Herêma Efrînê ya dagirkirî bi rêya materyalên hîndekariyê tê Turkkirin

AFRINPOST-Taybet

Dagirkeriya Tirkî li herêma Efrînê ji bo guhertina demografîk bi her rê û rêbazan ketiye nava liv û tevgerê.

Rêbaza Turk-kirinê ya herî kûr û bi bandor sepandina zimanê Turkî di dibistanên herêmê de ye. Dewleta Tirk a dagirker bi rêya minhacên dibistanan rûmetê dide Tirkiyê û Osmaniya pêşerojê bi şêniyên herêmê dide pejirandin. Lê zêde çand û hebûna Kurdî bi her awayî tune dike.

Ya bi navê ”rêveberiya hîndekarî û perwerdeyê” li herêma ”şaxa zeytûnê” ango Efrînê destpêka sala nû ya xwendinê 2021-2022 roja Yekşemê 5’ê Rezberê ragihand.

Di minhacên dibistanên qonaxa amedehî de zimanê Erebî, Turkî û Îngilîzî cî digirin. Her wiha 2 madeyên olî bi navê ”Tîlaweta Quranê, Tefsîr û Istihfaz” û madeya (Çand olê, Exlaq û Baweriyê) di minhacê de hene.

Tiştê balkêş madeya ”Weteniyê” ango ”Niştîmanî” jî di nava minhacê de heye. Li vir pirsa ku xwe dide der ew made qala kîjan niştîmaniyê dike ku di demekê de ew herêm ji aliyê artêş û saziyên dewleta Turk ve dagirkirî ye?

Di bernameya hînkirinê ya qonaxa navîn û amadehî de 3 ziman Turkî, Erebî û Îngilîzî hene. Lê perwerdeya bi zimanê Kurdî tê hilbijartin û encamên wê wek made li ser pileyên xwendekar ên giştî nayên hesibandin.

Çavkaniyên Afrinpostê ragihandin ku di qonaxa seretayî de ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî (2) wane tenê li bajarê Efrînê û hinek dibistanên navçeya Cindirêsê hatine veqetandin. Lê belê zimanê Kurdî li dibistanên gundewarê Efrînê yên dîtir bi bihaneya ku kadroyên perwerdeyê nîne, bi carekê rakirine.

Minhaca ku ji aliyê ”Itîlafa Sûrî ya Ixwanî” ve hatiye sepandin ev e:

Qonaxa Seretayî: zimanê Erebî (6) wane, zimanê Îngilîzî (3) wane, zimanê Turkî (2) wane, bîrkarî(matematîk) (6) wane, ol (jiyana pêxember, quran, hedîs) (3) wane.

Ya bi navê ”hikûmeta demkî” ji bo başkirina rûyê dagirkeriya Turkî daxuyaniyek derbarê rakirina zimanê Kurdî ji minhacên xwendinê de da û xuya kir ku ew biryarên xwe di çarçoveya zagonên navdewletî de û rêgezên mafên mirovan de û armancên şoreşa Sûrî de distînin.

Tê zanîn ku hewldana rakirina zimanê Kurdî bi rêya rapirsînekê pêk hat ku desthilatên dagirkeriyê rapirsînek çêkir. Li gorî wê 70% ji şêniyan daxwaza fêrbûna ziman kir û 30% jî red kir.

Related posts