Dagirkeriya Tirkî li Efrînê ji ber belavbûna Koronayê dibistanan digire

AFRINPOST-Taybet

Çavkaniyên Afrinpostê roja Duşemê ragihandin ku desthilatên dagirkeriyê ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê li nava kadroyên perwerdeyê hemû dibistanên Efrînê girtin.

Çavkaniyên diyar kir ku hejmara rewşên koronayê wiha ye:

Dibistana Eşrefiyê(Teqedum) 12 rewş, dibistana Salih Elî 5 rewş, dibistana Silêman Helebî 8 rewş, dibistana Meyselon 5 rewş, dibistana Itîhad Erebî 7 rewş lê zêde 4 rewşên koronayê li şirketa kehrebeyê û 6 jî di nava meclisa xwecihî ya Efrînê de derketin. Her wiha vîrûs bi awayekî zêde li nava çekdarên ”polîsên leşkerî” û ”sivîl” her wisa li kampan jî belav bûye.

Rêveberiya perwerdehî û hîndekariyê ya ”meclisên xwecihî ya herêma Efrînê” sala xwendinê ya 2021-2022 roja Yekşemê 5 Îlonê 2021 dabû destpêkirin.

Tê zanîn ku tenê li bajarê Efrînê 16 dibistan hene ji wan 4 veguherîn baregehên leşkerî yên komandos û istixbarata Tirkî her wiha navendên milîsên polîsên sivîl û leşkerî.

Related posts