Dagirkeriya Tirkî 7 şêniyên Kurd li gundê Şorbe, Moseko û Hec Xelîl bin çav kirin

AFRINPOST-Taybet

Desthilatên dagirkeriya Tirkî li dawiya vê mehê, bi ser gundên Şorbe, Moseko û Hec Xelîl de girt û di encamê de 7 şêniyên Kurd bi bihaneya danûstandina li gel Rêveberiya Xweser bin çav kirin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku dewriyeyeke milîsên “Emin Siyasî” yên dagirkeriya Tirkî 27`ê Tîrmehê 2021 şêniyên bi nav Nîhad Aslan Bêrem, Abdîn Umer Aslan û kurê wî li gundê Şorbe yê navçeya Mabetayê bi tawana ku dema Rêveberiya Xsaweser derdiketin nobedariyê bin çav kirin.

Li gundê Moseko yê navçeya Raco jî, milîsên “polîsên sivîl” ên dagirkeriya Tirkî 26`ê Tîrmehê 2021 du xortên Kurd Xalid Hisên Mistefa û Ramî Umer Qere bi tawana danûstandina li gel Rêveberiya Xweser bin çav kirin.

Di heman çarçoveyê de rêxistina mafên mirovan a Efrînê bi bîr xist ku dewriyeyeke hevbeş ji istixbarata Tirkî û milîsên “polîsên sivîl” 26`ê Tîrmehê 2021 xortê bi navê Doxan Hisên li gundê Hec Xelîl ê navçeya Raco bi tawana danîna Likeyan ji postên ku sûcên dagirkeriyê û çekdarên wê li Efrînê li ser sosyal medya aşkere dikin, bin çav kirin.

Related posts