Hemwextî diziyê bazirganiya bi milkên koçberên Efrînê berdewam e

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê yê dagirkirî ragihand ku prosesa firotina neqanûnî ya malên koçberên Efrînê yên desteserkirî ji aliyê niştedagîran ve bê navber dewam dike.

Nûçegihan da zanîn ku niştedagîrekî ji bajarokê Til Deman yê gundewarê Helebê yê başûr, mala şêniyekî Kurd bi navê Mihemed Umer Xilo ji şêniyên gundê Xelnêrê bi 900$  firot niştedagîrekî ji bajarê Hemayê.

Mala hatiye firotin li nêzîkî dibistana Salih El-Elî li taxa Eşrefiyê dikeve.

Her wiha niştedagîrekî ji Humsê ku Turkmen e, mala şêniyekî Kurd ê koçber Cîhad Mihemed ji gundê Qirbê yê navçeya Cindirêsê bi 750$ firot niştedagîrekî ji bajarokê Xan Eselê ku mal jî bi xwe qata jêrîn a avaniyê ye û li taxa Eşrefiyê dikeve.

Hemwextî bazirganiya bi malên koçberên Efrînê, mal û milkên şêniyan li bajarê Efrînê bi awayekî zêde tê dizîn.

Di vê çarçoveyê de çekdarine koma “Oso” ango “Cebha El-Şamiyê” malek li cem çerxerêya Qeban dizîn û tiştên hatine dizîn jî ev in; tabloyên enerjiya rojê, transferê elektirîkê, baterî, 2 cere gaz û ekrana plasma.

Her wiha li herêma pîşesaziyê makîneya amadekirina qehweya Express a şênî Nîdal Mihemed ji gundê Maratê hat dizîn û li taxa Eşrefiyê jî 3 motorsiklet û 2 bisiklet li kolana Vîllat hatin dizîn.

Related posts