Piştî ku bi çekdarkirina zarokan hat tawanbarkirin Tirkiyê dixwaze dawiyê li “Sultan Mûrad” bîne

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku hikûmeta Tirkiyê piştî ku Tirkiyê ji piştî milîsên “Sultan Mûrad” derbasî lîsteya çekdarkirina zarokan bû, hewl dide ku dawiyê li van milîsan bîne.

Çavkaniyê ji nava çekdaran li Efrînê ragihand ku Tirkiyê sermilîsên “Sultan Mûrad” agahdar kirine ku wê hemû çekdarên milîsan derbasî Afganistanê bikin da ku li wir bidin kuştin û tesfiyekirin.

Çekdarên milîsên “Sultan Mûrad” çend hezar in û piraniya wan Turkmenên ji gundewarê Heleb ê rojava û Idlibê ne.

Dezgehên ragihandinê û malperên nûçeyan dan zanîn ku desthilatên dagirkeriya Tirkî hewl dide ku çekdarên Sûrî bi misyona parastina balafirxaneya “Kabûlê” ya navdewletî derbasî Afganistanê bike. Dezgehên ragihandinê diyar kirin ku wê derdora 2000 çekdar wek yekem car biçin Afganistanê û milîsên “Sultan Mûrad” wê di koma yekem de cî bigirin. Ev gav wê piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji wir di Îlona bê de pêk were.

Related posts