Li Efrînê Kamp ji bo perwerdekirina çeteyan û şandina wan ji Afganistanê re hatine vekirin

AFRINPOST-Taybet

Kampên perwerdeyê yên milîsên “El-Hemzat” û “El-Emşat” li herêma Efrîna dagirkirî ji bo amadekirina çeteyan ji şerê li derveyî Sûriyê tên şopandin.

Dagirkeriya Tirkî wê vê carê berê çeteyan bidin Afganistanê lê bi girêbestên fermî bi rêya kampanyayên ewlehiyê yên taybet û ne weke çûna çeteyan a Lîbiya û Azerbeycanê ye.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên “El-Hemzat” kampeke perwerdeyê ji çekdarên xwe re di navbera gundê Cûqê û gundê Mezin vekiriye. Ev kamp tenê ji bo kesên ku navên xwe li gel desthilatên Tirkiyê tomar kirine da ku tevlî şerê li derveyî Sûriyê bibin hatiye vekirin.

Milîsên “Sultan Mûrad El-Emşat” jî ji beriya çend rojan ve dîmenên kampeke perwerdeyê li navçeya Şiyê belav kir. Milîsan got ku ew dewreyeke perwerdeyê bi navê “Zîab El-Şemal” e û derdora 2000 çekdarên Sûrî têne perwerdekirin da ku di rojên pêşiya me de ji bo biçin Afganistanê.

Biryara şandina çeteyên Sûrî ji Afganistanê re di civîneke ku li bajarokê Kilisê yê sînorî di 24`ê Pûşberê 2021 hat lidarxistin de di navbera Mîta Tirk û sermilîsên Turkmenî de hat girtin û navên wan jî ev in:

  • Fehîm Îsa sermilîsê “Sultan Mûrad”
  • Mihemed Casim Ebû Emşe sermilîsê “silêman Şah”
  • Seyf Ebû Bekir sermilîsê “El-Hemzat”
  • Saêr Marûf sermilîsê “El-Hemzat”
  • Yasêr Ebid El-Rehîm sermilîsê “El-Mecid”

Mîta Tirkî ji sermilîsan xwest ku 2000 çekdar weke care yekê ji bo şandina Afganistanê werin amadekirin. Li aliyê din sermilîsan mûçe 3000$ li ser her mehekê xwest.

Girêdayî wê rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan roja Duşemê 5`ê Tîrmehê ragihand ku Enqere vê carê wek Lîbiya û Azerbeycanê nake, dixwaze çeteyên Sûrî bi girêbestên fermî û bi rêya şirketên ewlehiyê derbasî Afganistanê bike da ku civaka navdewletî pirsgirêkan jê re dernexe.

Related posts