Desthilatên dagirkeriyê rêveberê koma serbixwe yên Kurd li Raco bin çav kir

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku milîsên “Firqeya El-Hemze” yên dagirkeriya Tirkî hefteya borî şêniyekî Kurd ji mala wî li gundê Hec Xelîl bin çav kir û bir gund Etmana yê navçeya Raco û sedema binçavkirinê nehat zanîn.

Li gorî çavkaniyan şênî Selman rêveberê ya bi navê “koma serbixwe ya Kurd ku propagandaya berjewendiyên Tirkan ên ku li ser hesabê Kurdan li Sûriyê pêk tînin, dike.

Çavkaniyan teqez kir ku milîsan dixwest şênî Selman tesfiya bikin bêyî ku sedem werin naskirin. Lê belê helwdana milîsan neçû serî ku piştre bi rojekê ew berda.

Li vê dawiyê desthilatên dagirkeriyê Tirkî armanckirina kesên ku pê re dixebitin, zêde kiriye. Di 17`ê Hezîrana 2021 de istixbarata Tirkî û polîsên sivîl bi ser mala şênî Hisên Kalo de ji şêniyên gundê Şêxûrzê de girt. Mala wî li beramberî avaniya meclisa xwecihî ya bajarê Efrînê ye. Li wî venêrîn û hemû telefonên malbata wî destser kirin, piştre ew binçav kir û bir navenda xwe ya ewlehî. Tê zanîn ku Hisên Kalo bi desthilatên Tirkiyê re gelekî bûye alîkar.

Related posts