Gundekî nû li Şêrawayê ji bo niştedagîran bi pereyên Qeterî tê avakirin

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost ji çavkaniyên xwe li nava Efrînê agahdar bû ku gundekî nû li navçeya Şêrawayê ji bo bicîkirina malbatên çekdarên milîsên “polîsên sivîl” yê dagirkeriya Tirkî tê avakirin.

Li gorî çavkaiyan ev projeya sêyemîn a avakirina niştedagirgehan e.

Çavkaniyan dan zanîn ku gundê nû li herêmeke daristanî li ser rêya di navbera gundê Gobalê û Xalta, li nêzîkî niştedagirgeha bi navê “gundê Şamiyê” tê avakirin ku rakiran dest bi hilkirina daran û dûzkirina erdê kiriye da ku niştedagirgeha taybet bi çekdarên milîsên “polîsên sivîl” û malbatên wan ava bike.

Milîsan roja Pêncşema borî 10`ê Hezîranê 2021, dest bi tomarkirina şiqeyên niştedagiriyê kir û hejmara ku navên xwe tomar kirine heta îro gihaştiye 40 navî.

Projeya nû ji aliyê “heyva sor a Qeterî” ve tê fînansekirin û “komeleya Şam El-Xeyriyê” jî ku beşeke rêxistina Ixwan mislimîn e, pêk tîne.

Aliyê ku projeyê fînanse dike, hemû materyalên avakirin û amadekirinê dabîn dike ku tenê kesên navên xwe li gel wan tomar kirine, heqdestê karkeran dide û rûpîvana her malekê jî digihêje 150 M.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku li bajarê Efrînê hejmareke malbatên niştedagîr ji gundewarê “Şamê” ne, û malên li taxa Eşrefiyê dagir kiribûn, berê xwe dan niştedagirgeha “gundê El-Şamiyê” û li wir bi cî bûn. Her wiha diyar kir ku niştedagîran malên ku li Eşrefiyê desteser kirine, radestî xwediyên wan nekirin û ji xwe re bi kirê didin.

Afrinpostê berê jî ragihand ku desthilatên dagirkeriyê 2 niştedagîrgeh bi navê “gundê Şamiyê” û “Kuweyt El-Rehmê” li dorhêla gundê Xalta li ser çiyayê Lêlûn ê Şêrawayê ava kirine.

Related posts