Meclisên dagirkeriyê 50 L.T bac li ser werza pelên tirî disepînin

AFRINPOST-Taybet

Di çarçoveya siyaseta tengavkirina Kurdên li Efrînê mane de, meclisên xwecihî yên dagirkeriya Tirkî bacên darayî li ser werzên çandiniyê di nav de werza pelên tirî disepînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ku werza pelên tirî di nîvê meha Gulanê de dest pê kir.

Nûçegihanê Afrinpostê li Efrîna dagirkirî ragihand ku meclisên xwecihî li navçeya Raco û Bilbilê zorê li ajokarên barkêşan dikin ku belgeya karê veguhastina barên pelên tirî bo sûka Hal li bajarê Efrînê, çêkin û 50 lîreyên Tirkî bidin.

Li gorî nûçegihan ajokarên ku vê belgeyê çênekin, qedexe ye barên pelên tirî ji nava rezan bibin sûka Hal da ku werin firotin.

Çavkaniyên Afrinpostê ragihand ku rêbenda ewlehiyê ya hevbeş(istixbarata Tirkî, polîsên sivîl û polîsên leşkerî) ku li xaçerêya gundê Kokanê yê navçeya Mabetayê hatine danîn, kartonên pelên tirî ji barkêşan didizin û eiha dewam kir; çekdarek ajokarê barkêşê mijûl dike û yên din jî kartonan datînin û didizin û ev yek hat serê 10 ajokaran.

Related posts