Artêşa dagirkeriya Tirkî gundên Şehbayê topbaran kirin

AFRINPOST-Taybet

Hêzên dagirkeriya Tirkî şeva Şemî-Yekşemê herêmên Şehbayê yên tijî şênî bi giranî topbaran kir.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li herêmên Şehbayê ragihand ku artêşa dagirkeriya Tirkî dorhêla gundê Hurbilê û rêya di navbera gundê Hurbilê û Um El-Hoş de her wiha aliyên gundê Til Qirah topbaran kirin.

Nûçegihan destnîşan kir ku ji ber topbaranê şêniyên gundê Um Hoş û Til Qirah gelekî tirsîn ji ber ku topbaran di derengiya şevê de pêk hat.

Nûçegihan da zanîn ku di encama topbaranê de ti ziyanên mirovî çênebûn û diyar kir ku li aliyê Merenazê ti pevçûn wek hin malper radigihînin di navbera Hêzên Rizgariya Efrînê û milîsên dagirkeriya Tirkî de, çênebûne.

Related posts