Zarokekî Efrînî li Şehbayê ji ber teqîna mayînekê şehîd bû

AFRINPOST-Taybet

Zarokek, ji Efrînê, ku bi zorê koçber bûye, duh bi êvarê, roja Sêşemê 26`ê Çileya 2021, li Şehbayê di encama teqîna mayînekê de şehîd bû.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku zarokê Kurd ê bi navê Mihemed Ezîz Hisên (14 salî) ji şêniyên gundê Basilê yê Şêrawa ye. Ew di encama teqîna mayînekê ji bermahiyên Daiş`ê 26`ê Çileya 2021 birîndar bû, piştre ew rakir nexweşxaneya Avrîn li bajarokê Fafînê, lê ji ber rewşa wî ya giran ku di tevahî gewdeyê xwe de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.

Zarok Mihemed Hisên li gel malbata xwe li bajarokê Til Rifetê dijiya. Dema ku pezê xwe li nava erdên çandiniyê li dorhêla bajarokê Heyanê diçêrand, mayîn pê de teqiya.

Bûyerên berê:

Bûyerên teqînên mayînan her demekê rûdidin. Heta niha gelek koçber û şêniyên Şehbayê jiyana xwe ji dest dane. Zehmet e ku herêma Şehbayê ji ber nebûna nexşeyên cihê binaxkirina mayînan, bi giştî were paqijkirin ku hêjî bi dehan mayîn li nava zevî û erdan hene.

Li gorî statistîkên ku rêxistina Mafên Mirovan çêkirine, hejmara birîndariyên ji ber teqînên mayînan di nava sala 2020 de gihîşt 83`an ku beriya wê di sala 2019`an de, hejmara qurbaniyan gihîşt 41`an û 158 jî birîndar bûn.

7`ê Çile 2021 mayînek li daristanên di navbera gundê Aqîbê û Suxanekê yên Şêrawayê teqiya ku di encamê de kesek hat kuştin û yekî jî birîndar bû.

1`ê Berfanbara 2020 teqînek li nava zeviyên zeytûnan ên navçeya Fafînê teqiya û di encamê de zarokek bi navê Mihemed Kurdî Îbrahîm (9 salî) ji gundê Qebasîn şehîd bû.

20`ê Mijdara 2020 ji ber teqîna mayînekê li dorhêla bajarokê Til Rifetê, 4 zarok di lingên xwe de birîndar bûn. Û di 4`ê Cotmeha 2020 de jî şêniya bi navê Maya Kul Xilo ya 43 salî ji şêniyên gundê Celemê birîndar bû. Her wiha 2`ê Îlonê 2020 jî 2 zarok li gundê Til Şiîr bi teqînekê birîndar bûn.

 
 

                                        					                                            

Related posts