Milîsên “El-Hemzat” 3 şêniyên Kurd li gundê Keferzît û Eyn Hecerê revandin

AFRINPOST-Taybet

Beriya derdora hefteyekê milîsên “El-Hamzat” ên dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Mislimîn ciwanekî Kurd ji mala wî ya li gundê Kefer Zîtê yê navçeya Cindirêsê revand, û ew birin cihekî nediyar.

Li gorî nûçegihanê Afrînpostê li navçeyê, milîsan şêniyê bi navê “Ebid El-Hey Hesen” ji mala wî li gund bi tawana endamtiya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD, di dema Rêveberiya Xweser a berê de revand, û piştre ew ber bi cihekî nediyar ve birin.

Destpêka dagirkeriya Tirkî ji Efrînê re bi heman tawanê, şênî Ebid El-Hey ê 28 salî”  ji aliyê milîsên Leşkerê ve hatibû revandin û di dema revandina wî de, berî ku were berdan îşkenceyeke dijwar kişand, berî ku were berdan.

Di çarçoveyê de, Rêxistina Mafên Mirovan – Efrîn ragihand ku di 15`ê Çileya 2021 de, milîsên “El-Hemzat” hem Mihemed Izet Mihemed, bi nasnav “Sêx”) û hem jî yek ji kurên wî ji mala wan ji gundê Eyn Hecerê yê Mabeta bê ku sedemên revandina wan were zanîn ku heta niha jî çarenûsa wan hêjî ne diyar e.

 

Related posts