Berpirsekî Swêdî li gel şandeyeke koçberên Efrînê hevdîtin kir û soza vegera wan ji herêma wan a dagirkirî re da

AFRINPOST-Taybet

Berpirsê dosya Sûriyê yê wezareta Swêdî Pîyêr Orniyos, piştî ku sibeha Çarşemê li gel şandeyeke Efrînî civiya, daxwaza konferanseke çapemeniyê li gel şêniyên Efrînê yên koçber kir.

Berpirsê Swêdî li bajarê Qamişlo bi şandeya koçberên Efrînê re civiya û ji wan re teqez kir ku ew ê li ser vegera wan ji cihê û warê wan re bixebitin.

Endamê şandeya koçberên Efrînê Şerîf Mihemed ji Afrinpostê re axivî û got ku Orniyos derbarê rewşa li Efrînê ji wan pirsî.

Şerîf Mihemed da zanîn ku wan hemû sûc û binpêkirinên li Efrîna dagirkirî dibin, wek dizî û talanî, revandin, desteserkirina mal û milkan bi berpirsê Swêdî re parve kirin.

Mihemed diyar kir ku berpirsê Swêdî got ku wan li raporên çapemeniyê û belgekirinê yên derheqê sûcên ku li dijî Efrîniyên ku rojane pê re rûbirû dimînin, nihartiye û gelekî bi gotinên şandeya koçberên Efrînê bandor bû.

Endamê şandeya koçberên Efrînê da zanîn ku berpirsê Swêdî Orniyos daxwaza konferanseke çapemeniyê li gel koçberên Efrînê kir û got ku wî diyar kir ku her tiştê ku li ser koçber û Efrîniyên ku rastî zulm û hovîtiya çekdar û dagirkeriya Tirkî tên, wê bi hikûmeta xwe re parve bike û li ser vegera koçberan ji Efrîna dagirkirî kar bikin.

Related posts