“El-Weqas” li gundê Meraniyê yê Şiyê baceke zêde li ser berhema zeytê disepîne

AFRINPOST-Taybet

Her ku diçe milîsên Ixwanî bêtir bacan li ser şêniyên Efrînê disepînin û bi taybet di dema çinîna werza zeytûnan de. Îcar milîs bacan berî çinînê, li ser rêyan û heta piştî guvaştina zeytûnan li ser xwediyên darên zeytûnê disepînin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên milîsên “Lîwa Weqas” ên ku gundê Meraniyê dagir kirine, baceke nû piştî guvaştina zeytûnan ku ew jî divê her xwediyê zeytê 10% ji çiqasiya zeytê bide û wiha dewam kir; ev bac ji ya beriya wê cudatir e, ku beriya wê milîsan li ser her dareke zeytûnê 2$ wek bac sepandibû.

Beriya wê jî milîsan beramberî çinîna zeytûnan bac di navbera 45 sentan heyanî 2$ li ser şêniyên Kurd sepandin, û piştî wê rêbendên milîsan ên li ser rêyan jî bac sepandin.

Têkildarî wê çekdarên milîsên “El-Hemzat” li gundê Goliya yê navçeya Raco tenekeyeke zeyt an dayîna pereyan bi qasî nirxê tenekeyeke zeyt sepand.

Her wiha rêbendeke ewlehiyê ya milîsên “Lîwa Sultan Silêman Şah” li navçeya Şiyê, bac li ser otomobîl û maşîneyên bi zeytê barkirî yên ku ji guvaştgeha gund derdikevin, sepand û ew jî 2 teneke zeyt li ser her otomobîlekê di rêbendê re derbas dibe, sepand.

Rêbenda milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” jî, ya li xaçerêya gundê Stêr hatiye danîn, 10000 lîreyên Sûrî li ser her otomobîleke bi zeytê barkirî sepand.

Lê rêbenda milîsên “Sultan Mûrad” jî, ya li ber kargeha Bêrînê hatiye danîn, li ser otomobîlên biçûk 5000 L.S û li ser traktor û otomobîlên mezin tenekeyeke zeyt an 50000 L.S sepand.

Related posts