Afrinpost detayên şehîdbûna kalemêrê Kurd Ismaîl Elo Ismaîl ku ji behcînê re mir aşkere dike

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê detayên nû derbarê şehîdbûna kalemêrê Kurd Ismaîl Elo Ismaîl ji şêniyên gundê Xazyana Jêrîn yê navçeya Mabeta aşkere kir û wiha got; şehîd Ismaîl roja Sêşemê 20’ê Tîrmehê çû nav erdê xwe da ku simaqê biçine. Berî ku biçe simaqa xwe biçine destûra çinîna simaqê ji aliyên peywendîdar girt. Dema ku gihîşt nava erd dît ku bêtirî 50 çekdarî berhema wî ya simaqê didizin. Piştre bi wan re pev çû lê belê çekdaran gefa kuştinê lê xwar û ji nava erd qewitand.

Rewşa tenduristî ya nebaş a şehîd Ismaîl ku zexta xwînê û bilindbûna rêjeya şekir dikişîne, dîtina dizîna simaqa xwe tehmûl nekir. Piştî ku çekdaran ew ji nav erd qewitand rewşa wî ya tenduristî aloz bû ku ew rakir nexweşxaneyekê li bajarê Efrînê lê belê berî ku bigihîne bajêr jiyana xwe ji dest da.

Şehîd Ismaîl Elo Ismaîl li bajarokê Cindirêsê, kolana 16 li rojavayê sûka Hal a kevin dijî.

Related posts