Gund Basûfanê yê Şêrawayê ji ber nasnameya wî ya neteweyî û olî êşa wê du qatî ye

AFRINPOST-Taybet

Gundên Êzdî li herêma Efrînê ya dagirkirî ji ber zordariya çekdarên milîsên Îslamî yên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” û dagirkeriya Tirkî ji ber nasnameyên wan ên olî û neteweyî zoreke duqatî dikişîn.

Yek ji wan gundan, gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa ye.

Gundê Basûfanê beriya aloziya Sûriyê ango beriya sala 2011’an hejmara malbatên wî 130 bû. Ew malbat ji sed salî ve li gund dijîn.

Lê belê piştî dagirkeriya Tirkî ji herêma Efrînê re û bîrdoziya olî ya tundraw li ser ferz bû, 50 malbatên ji xûtaya Şamê û parêzgeha Idlibê lê bi cî bûn.

Ew gund ji aliyê milîsên “Feyleq El-Şam” ên Ixwanî ve hatiye dagirkirin.

Li gorî çavkaniyên ji Afrinpostê re ragihandine, vî gundê Êzdî di dema Rêveberiya Xweser de karî avaniyên xwe û bi hemû naverokên wan biparêze her wiha geş bûn û bi pêş ketin. Lê belê piştî ku niştedagîr lê bi cî bûn, gund ji naveroka wî ya olî û neteweyî derxist, her tiştê wê wêran kir.

Piştî ku niştedagîr derbasî gund bûn, dibistana Êzdî girt û li şûna wê dibistana perwerdekirina ola Îslamî vekir. Şêniyên gund ên Êzdî neçar dibin ku di bin zext û fişarê de zarokên xwe bişînin dibistana niştedagîran û yên ku zarokên xwe naşînin rastî danûstandineke tund û hişk a niştedagîran tên.

Her wiha niştedagîran mala koçberekî gund veguherand mizgeftê û li ser jin û keçên Kurd ferz kirin ku cilên ola Îslamê li xwe bikin.

Şêniyên Êzdî yên gund bi bihaneya peywendiya wan li gel Rêveberiya Xweser û xwedîtiya çekdan û ji bilî wan ji bihaneyên çêkirî, rastî tundî û sepandina bacan hatin ku heta dar ji êrîş û zilma wan nefilitîn.

Niştedagîran di bin parastina dagirkeriya Tirkî de derdora 1300 darên zeytûnê, behîf û gûzan birîn da ku baregeheke leşkerî li başûrê gund were avakirin.

Her wiha niştedagîran ji nêzîklî du mehan ve mezarê Şêx Elî piştî ku bi armanca lêgerîna li zêran û parçeyên dîrokî hundirê wê kolan, rûxand.

Çavkanî dibêjin û piştî ku kiryarên wan ên derexlaqî hatin eşkerekirin û ji bo rûyê xwe spî bikin, hinek kesên revandî berdan û da zanîn ku eger êzdiyan rê û resmên xwe yên olî li dar xistin, nêzîkî wan nabin.

Lê belê rastiya li ser erdê berevajî wê ye ku çekdarên milîsên Îslamî fişarê li Êzdiyan dikin da ku malên xwe berdin lê zêde her demekê telefonên wan meyze dikin. Niştedagîrên nû li gel malbatên Êzdî di bin darê zorê de bi cî dikin.

Beriya wê bi demekê xortê bi navê Dilgeş Umer Erebo razî nebû ku malbateke ji Idlibê hatibû di mala wî de bi cî bibe. Di encamê de çekdarên “Feyleq El-Şam” 3 fîşek lê xistin, rast e ku nemir lê heta niha tê dermankirin.

Êdî hemû mal û milkên şêniyên Êzdî li gund ji aliyê niştedagîr û çekdaran ve hatine talan kirin.

Li herêma Efrînê ya dagirkirî, gundên Êzdî bi binpêkirin û sûcên çekdarên Îslamî re rûbirû dimînin.

Related posts