Kê motorsiklet li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê bombe kir û armanc jê çêbû?

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost ji Çavkaniyên xwe hat agahdarkirin ku aliyê li pişt bombekirina motorsikleta li taxa Mehmûdiyê li dorhêla stasyona Hebeş a sotemeniyê ya bajarê Efrînê teqiyabû, milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” ne.

Piştî ku stasyon ji aliyê niştedagîran ve hat desteserkirin, niştedagîran navê wê kirin “El-Ruhman”.

Di dîroka 24’ê Hezîrana 2020’an motorsikleteke bombekirî li nêzîkî stasyona Hebeş a sotemeniyê(El-Ruhman) teqiya ku di encamê de 2 xortên Kurd bi navê Mihemed Ehmed Tahir Hemalîko(33salî) ji gundê Husê yê navçeya Mabeta û Îsa Hisên (17salî) ji şêniyên gundê Maratê yê bi ser Efrînê ve şehîd bûn lê zêde niştedagîrek hat kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Çavkaniyan teqez kirin ku çekdarên “El-Şerqiyê” ji welatiyekî Kurd xwestibû ku fidyeyeke malî bide lê belê welatî ji ber ku ji aliyê milîsên “Ehrar El-Şam” ve parastî ye, pere nedan.

Wê demê eger welatiyê Kurd 200 hezar L.S neda çekdarên “El-Şerqiyê”, gefên kuştinê lê xwarin. Beriya wê jî heman welatî ji aliyê milîsên “El-Şerqiyê” ve hatibû revandin û 2 mehan li ba milîsan di zîndanê de mabû, piştre fidyeyeke malî da milîsan heta ku hat berdan.

Çawa motorsiklet hat bombekirin?

Çavkaniyan gotin ku welatiyê armacgirtî û hevalên wî rojane motorsiklet weke navgînekê ji bo çûn û hatina ji mala wan bo kar bi kar dianîn.

Ew li werşeya Tetrîzê(nexşandin) dixebitîn. Çekdaran motorsiklet li pêşiya avaniya niştecihiyê ku werşeya nexşandinê lê ye, desteser kir û bombe kir.

Dema welatiyê armancgirtî û hevalên xwe berê xwe dan bêhnvedanê(xwarina nîvro) motorsiklet teqiya.

Related posts