Milîsên “Cebha El-Şamiyê” bi bihaneya nebûna belgeyên xwdîtiya malan, pereyan ji Kurdan distînin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê taxa Efrîna Kevn ragihand ku milîsên “Cebha El-Şamiyê” bi bihaneya nebûna belgeyên xwedîtiya malan, bi rêya ajanên xwe pereyan ji şêniyan distînin.

Nûçegihan da zanîn ku li gel milîsên “Cebha El-Şamiyê” li xwaringeha Sîwar ajanek erkdar kirine û navê wî jî Seîd Xezal e. Ew ajan xwediyên malan ên ku belgeyên wan ê xwedîtiya malan di rewşa şer de wenda kirine, şanî milîsan dike û wiha dewam kir;

Li taxa Efrîna kevn li avaniya Hec Izet Kurdî milîsên “Cebha El-Şamiyê” li ser xwediyê malê ji ber ku belgeyên wan ên xwedîtiya malê tune bûn, 50000L.S mehane sepandin.

Nûçegihan destnîşan kir ku hinek malên pir kevn li Efrînê hene, bê belgeyên xwedîtiyê ne lê belê her kes dizane ku, mal a kesê tê ye, lê belê milîsên “Cebha El-Şamiyê” armanca wê ne zagonî ye, ew tenê dixwazin bi vî rengî pereyan ji sivîlan bistînin.

Related posts