Niştedagîrên nû li aliyên çema Efrînê hatin bicîkirin …şivanên niştedagîr pezên xwe li nava zeviyan diçêrînin û talankirina berheman dewam e

AFRINPOST-Taybet

Li gorî agahiyan, dagirkeriya Tirkî bêtir koçberên ku ji deverên din ên Sûriyê anîne li herêma Efrînê bi cî dike. Dagirkeriya Tirkî û ajanên wê yên Ixwan Mislimîn sivîlên Kurd bi darê zorê ji herêmê derdixin û li şûna wan niştedagîran bi cî dikin.

Di vê çarçoveyê de çavkaniyeke taybet ji Afrinpostê re ragihand ku hejmareke mezin ji niştedagîrên Idlibê pev pezên xwe li aliyên çema Efrînê bi cî bûn.

Niştedagîr li gundê Eyn Darê heya dawiya sînor ango gundê Mela Xelîl ê nêzî Etmê bi cî bûne û wiha dewam kir;

Şivanên niştedagîr pezên xwe bêserûber bi şevê li nava baxçeyên şêniyan diçêrînin. Dema ku sivîlên Efrînê giliyê wan li ba milîsên dagirkeriyê dikin, çekdar ji wan re dibêjin, pêwîst e hûn dîmenên şivanan bigirin û belge bi giliyê xwe re pêşkêşî me bikin.

Xwediyên zeviyan jî nikarin bi şevê çavdêriyê bikin, ji ber ku ew nikarin mal û milkên xwe biparêzin, wê demê dê çawa karibin erdên xwe ji şivanên niştedagîr biparêzin.

Niştedagîr bi mebest berhemên fêkiyan ên şêniyan Kurd didizin da ku xwediyên zeviyan nobedarekî ji niştedagîran ji bo parastina zeviyên xwe erkdar bikin.

Sûcên niştedagîran ên bi vî rengî di çarçoveya biserîkirina binpêkirinên çekdaran bi armanca koçberkirina wan ji herêmê de tê.

 

 

 

 

Related posts