Koletî … ji ber gotûbêja bi Kurdî îşkencekirin

AFRINPOST-Taybet

Malpera Afrinpostê sûc û binpêkirinên bi mebest ên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Îslamî yên bi avê Ceyş El-Wetenî El-Sûrî derheqê sivîlên Kurd de ji meha Adara 2018’an ve û heta niha kêlî bi kêlî belge dike.

Koletî….

Di vê çarçoveyê de çekdarekî milîsên Firqeya El-Hemze saet 10:00 ji şeva Yekşemê 14-06-2020, 3 gule avêtin xortekî Kurd bi navê Şaban Ebid El-Ruhman Eteş bi nasnav Xeledînî. Dema ku xort di pêşiya navenda milîsan li gundê Şingêlê yê navçeya Raco milîsan gule avêtinê, di encamê de ew birîndar kirin û derbasî nexweşxaneyê bû.

Li gorî rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, ji ber ku xort razî nebû ku koletiyê ji milîsan re bike û li gorî keyfa wan tevnagerî her wiha li pêşiya binpêkirinên wan ên derheqê sivîlan de sekinî lê zêde çekdarekî wê şevê ji wî xwest ku navenda wan paqij bike û xwarinê ji çekdarên navendê re amade bike lê belê xort bi ya wan nekir ji ber vê yekê êrîşî wî kir.

Talanî…

Her wisa çekdarên milîsên Firqeya Sultan Mûrad duh roja Înê 19’ê Hezîranê bi giranî li welatiyekî Kurd bi navê Mihemed Hesen Ereb dan.

Li gorî nûçegihanê Afrinpostê dema ku Mihemed miyên xwe li geliyekî di navbera gundê Kefercenê û Meşalêh diçêrand, milîsan êrîşî wî kir û bi tundî li wî da. Piştre çekdaran 3 miyên welatiyê Ereb Mihemed Ereb ji şêniyên gundê Kefercenê yê navçeya Cindirêsê jê standin.

Li navçeya Bilbilê jî milîsên Feyleq El-Şam berhema çiloyê tirî(çiloyê rezan) li pêşiya çavên xwediyên zeviyan ên gundê Dureqliya û Mîdan Ekbez û li ser rêya Bîbaka, Karê û Eşûnê talan dikin. Berhemên talankirî dişînin sûka Hal li bajarê Efrînê da ku ji xwe re bifiroşin.

Bac…

Li navçeya Mabeta milîsên Lîwa Sultan Silêman Şah El-Emşat duh roja Înê şêniyên gundê Kaxrê xistina navbera du bijarteyan ku an bacan bidin an jî dê wan ji malên wan biqewtînin.

Nûçegihanê Afrinpostê teqez kirk u milîsan ji her malbateke Kurdî xwest ku 200$ Amerîkî bide yan jî mal û milkên wan dê werin radestkirin ku piştre koçberên deverên din tê de bi cî bikin.

Êrîşên nijadperestiyê….

2 çekdarên milîsên Feyleq El-Şam17’ê Hezîranê li gundê Duraqliyê ji ber ku bi zimanê Kurdî bi hev re daxivîn bi tundî êrîşî wan kirin û li wan dan.

Her du welatiyên bi nav Mihemed Şêxo û Îbrahîm Şêxo bi giranî ji aliyê çekdaran ve hatin îşkencekirin ku ji ber dema çekdar hatin gel wan bim kurdî daxivîn.

Gendeliyê Meclisên Dagirkeriyê…

Afrinpost ji çavkaniyên xwe hat agahdarkirin ku ofîsa hawarçûnê ya meclisa dagirkeriya Tirkî li Efrînê semadê bi pereyan dide cotkaran. Tê zanîn ku pêwîst e semad bê pere li ser cotkarên herêmê belav bike lê belê çekdar berevajî wê feydeyê ji semadê digirin.

Related posts