Çawa doza jinên revandî yên Kurd li Efrînê li ser niştedagîr û milîsên “El-Hemze” qulibî?

AFRINPOST-Taybet

Hemwextî şerê xwînrij ê beriya du rojan di navbera milîsên “Firqeya El-Hemze” û niştedagîrên ji Xûtaya Şamê û çekdarên wê ji milîsên “Ehrar El-Şam”, xuya dibe ku li dijî niştedagîr û çekdarên milîsên “El-Hemze” qulibî.

 Niştedagîrên Şamê derbarê pevçûna beriya du rojan de daxuyaniyek dan û bi bîr xistin ku wan komeke jinên girtî ku tazî bûn, di zîndana milîsên “El-Hemze” de dîtin.

Di vê çarçoveyê de çavkaniyekê ji navenda Efrînê ji Afrinpostê re axivî û da zanîn ku armanca sereke ya bibîrxistina jinên tazî di daxuyaniyê de ew ku Kurdan jî neçarî xwepêşandana li dijî milîsên “El-Hemze” bikin da ku ew milîs bi temamî ji bajarê Efrînê werin qewitandin û bi vî rengî milîsên “Xûtayî” bi tenê bajarê Efrînê kontrol bikin û wiha dewam kir; bê guman li ba her milîsekê jinên Kurd ên girtî hene, ew hemû di pêkanîna bêexlaqtî û sûcan de wek hev in lê belê pirs li vir e, çima gotina jinên tazî di daxuyaniya xwe de bi bîr xistin ku tenê tiştekî nîşan dide, ew jî tevlîkirina Kurdan li nava xwepêşandanan e.

Çavkaniyê diyar kir ku piştî şer bi fermana dagirkeriya Tirkî aram bû, her du aliyan ew nakokî di nava xwe de çareser kir her wiha li ser doza jinên Kurd û Erebî yên di zîndanên milîsan de, girtin.

Çavkaniya ji hundirê Efrînê destnîşan kir ku doza jinên girtî û bi tazî li her du aliyan qulibî û bi belge û dîmenên bêgumanî aşkere bû ku milîsên dagirkeriya Tirkî jinan direvînin û bi şêweykî hov û ne exlaqî bi wan re didin û distînin ku hinceta wan jî tim heye ew jî peywendiya wan bi Hêzên Sûriya Demokratîk QSD re ye.

Çavkaniyê anî ziman ku piştî niştedagîran belge pêşkêş kirin, êdî nema milîs sûc û binpêkirinên xwe yên derexlaqî dikarin veşêrin û wiha dewam kir; sûc li ser çekdarên ku jinên girtî di zîndanên wan de hatin dîtin, peyitî û li ser aliyê din jî ango niştedagîran ku ew dûrî mirovatiyê ne û tevî ku dizanin derheqê sivîlên Efrînê binpêkirinên dermirovî tên kirin, bê deng in.

Çavkaniyê wiha axaftina xwe bi dawî kir; piştî ku her du alî li hev hatin, li ser doza jinên girtî girtin û êdî nema bi bîr dixin lê belê li eniya her du aliyan bû lekeyek her wiha li ser rûyê Civaka Navdewletî ku ji ber berjewendiyên bi dewleta Tirk re  bêdeng e jî bû lekeyek ti carî ji rûyê wan naçe.

Related posts