Her nanek li Efrînê gihaşt 100 L.S weke bertek niştedagîran xwepêşandan li dar xistin

AFRINPOST-Taybet

Niştedagîrên ji herêmên cuda yên Sûriyê hatine û li Efrînê bi cî bûne, derbarê bilindbûna nirxê nan ku bihayê her nanekî gihaşt 100 L. S, li pêşiya navenda waliyê dagirkeriya Tirkî xwepêşandan li dar xisitn.

Afrinpost ji çavkaniyên xwe hat agahdarkirin ku niştedagîrên ji Xûtayê di van du rojên dawîn de xwepêşandan li dar xistin û daxwaza daxistina nirxê nan kirin.

Çavkaniyekê ragihand ku xwepêşandan li pêşiya avaniya Meclisa Zagosaz a berê ku niha waliyê Tirkî ji xwe re kiriye navend bi durişmeyên “Em Nan Bi Belaş Dixwazin” li dar ketin û wiha dewam kir; 40 heyanî 50 kes daketin qadan, lê belê ti Kurdekî li Efrînê newêrî ku bi niştedagîran re xwepêşandan li dar bixin û bi taybet piştî pevçûnên ku di navbera milîsên “El-Hemzat” û çekdarên Xûtayê derketin.

Çavkaniyeke din ji Efrînê sedema bilindbûna nan vegerand ku rêxistina Afad a dagirkeriya Tirkî nema piştgiriya firinan li Efrînê dike ku berevajî wê firinên li Ezaz, Bab û Cerablusê destek dike.

Related posts