Li Efrînê piştî birîna pereyan li ser milîsên Îxwanî, dizî du qatî bûye

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî ji ber tevlihevî û nebûna zagonan, hemû binpêkirin û sûcan derheqê sivîlên Kurd ên li Efrînê mane de pêk tînin. Sûcên dijmirovî yên ku milîs dikin, di bin serpereştiya istixbarata dagirkeriyê de ji bo koçberkirina Kurdan ji Efrînê û bicîkirina niştedagîran pêk tên.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku roja Duşemê 3 rewşên diziyê ji aliyê çekdarên milîsên “Firqeya Sultan Mûrad ” ve hatin kirin.

Nûçegihan diyar kir ku ew her sê rewşên diziyê ji aliyê çekdarên sermilîsê yê bi navê “El-Şîşanî” ve hatin kirin û ew jî wiha ne; 3 motosiklet hatin dizîn ku diziya yekem li cem peymangeha “Ş.Viyan Amara” ya berê, ya duyem li ba xwaringeha “Vîn” û ya sêyemîn jî li ba firoşgeha xişirê ya bi navê “Şo” li ser rêya Raco a bajarê Efrînê pêk hat û wiha dewam kir; heta çekdar têlên ku xwediyên motorsikletan bi daran ve girê didin da ku neyê dizîn, ji hev vedikin û didizin.

Nûçegihanên Afrinpostê li Efrînê dan zanîn ku piştî dagirkeriya Tirkî pere li ser milîsên ku razî nabin biçin Lîbya, dizî du qatî bûye êdî çekdar bi roj û şev diziyê dikin weke ku sivîlan bi roj û bi şêweyekî şakere li ser rêya dişelînin û bi bihaneyên cuda cuda wek danûstandina li gel YPG û saziyên Rêveberiya Xweser distînin.

Related posts