Li herêmên Şehbayê pevçûnên çekdarî yên giran di navbera rêjîma Sûrî û çekdarên Îslamî de derketin

AFRINPOST-Taybet

Dagirkeriya Tirkî û milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn, bi armanca peydakirina tirsê li nava koçberên Efrînê û pêkanîna zirarên madî û mirovî topbarankirina gundên navçeya Şêrawayê û herêmên Şehbayê dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de roja Yekşemê, pevçûnên çekdarî yên giran di navbera milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û hêzên rêjîma Sûrî de li ser xeta Marê, bendava Şehba, Til Medîq û Hurbilê bi çekên giran û navîn derketin.

Nûçegihanê Afrinpostê diyar kir ku pevçûn heta saetên sibeha roja Duşemê dewam kir.  Zirarên di navbera her du aliyan de û bi taybet zirarên çekdarên milîsên Îslamî(ajanên Enqereyê) heta niha nehatine naskirin.

Herî dawî duh hêzên dagirkeriya Tirkî gundên navçeya Şera û Şêrawayê yên gundewarê Efrînê ku tijî koçber û sivîl in, bi çekên giran topbaran kirin. Nûçegihan destnîşan kir ku gundê Soxanekê, Aqîbê, Xirbikê û Dêr Cemal  ên navçeya Şêrawayê û gundê Şewarxe, kela Şewarxe, Merenaz û Malikiyê yên navçeya Şera hatin topbarankirin û piştre balafir di ser asîmanê Şêrawayê re geriya.

Her wiha dîsa duh artêşa dagirkeriya Tirkî bi bêtirî 8 topan herajê li navbera gundê Soxanekê û Aqîbê topbaran kir ku di encamê de agir bi darên daristanê ket.

Çarşema borî jî her du gundên Semûqe û Til Medîq ên herêmên Şehbayê bi çekên giran hatin topbarankirin lê zêde Merenaz, Malikiyê û Şewarxe yên navçeya Şera hatin topbarankirin.

Related posts