“Ceyş Elnuxbe” 20 çekdarên xwe şandin Lîbiya …ji ber neçûna hinekan jî tengezarî çêbûye

Afrinpost-Taybet

Dagirkeriya Tirkî şandina çekdarên milîsên Îslamî ji Efrînê bo Lîbiya da ku li gel milîsên hikûmeta Wîfaqê li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî şer bikin, berdewam dike.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê teqez kir ku milîsên “Ceyş Elnuxbe” yên li bajarokê Meydankê bi cî bûne, 20 çekdarên xwe şandin Lîbiya.

 Ji aliyekî din ve çekdarine din ji nava heman milîsan fermanên sermilîsê wê red dikin û tevlî şerê li Lîbiya nabin.

Nûçegihan destnîşan kir ku çekdarên li gundê Şêxûtka, Emare û Şorbe razî nabin ku biçin Lîbiya, ji ber vê yekê sermilîsê wan gef li wan xwar ku eger tevlî şerê li Lîbiya nebin, ew ê mûçe û pereyan li ser wan qut bike.

Related posts