Li Efrînê firotina nerewa ya malan berdewam e …şiqeyek 3 caran tê firotin

Afrinpost-Taybet

Çekdarên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn bazirganiya bi malên koçberên Efrînê berdewam dikin. Ew bi rêya meclisên navxweyî yên dagirkeriyê û mixtarên gundan erd û malên koçberan bi şêweyekî nerewa difiroşin koçberên Idlibî.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku çekdarên koma “Hêza 55” ên milîsên “Cebha Elşamiyê”, mala welatiyê kurd ê bi navê Berekat Berekat li dorhêla baxçeyê taxa Eşrefiyê û wek cara sêyemîn li pey hev firot û wiha dewam kir; mal cara yekê bi 7500$ hat firotin, cara duyemîn bi 500$ û di cara sêyemîn de bi 900$ hat firotin.

Ji dema ku asta şer li gundewarê Idlib û Helebê zêde bûye, karwanên koçberan li pey hev derbasî Efrînê dibin. Meclisên navxweyî yên dagirkeriyê di çend mehên dawîn de, koçber li seranserî gund û bajarokên herêmê belav kirin, milîs jî bi rêya meclisan malên koçberên Efrînê bi nirxekî erzan difiroşin niştedagîrên nû. Xuye ye ji pişt firotina erd û xaniyên koçberên Efrînê ji niştedagîran re du armancên sereke hene. Yek; meclisa dagirkeriyê û endamên wê dixwazin bêtir pereyan ji mal û milkên koçberan qezenc bikin, a duyemîn jî niştedagîr ji ber astengkirina milîsan, dixwazin di xaniyan de bi cî bibin, ji ber ku heta çekdar niştedagîrên nû yên nas nakin jî asteng dikin da ku pereyan ji wan bistînin.

Related posts