Koma Oso li taxa Eşrefiyê ya Efrînê li ber çavên şêniyan firoşgehek dizî

Çekdarên milîsên Îslamî binpêkirinên xwe derheqê şêniyên resen ên Efrîna dagirkirî de berdewam dikin.

Di demeke ku ewlehî tune ye û tevlihevî û zimanê gefê li Efrînê serwer e, şêniyên Kurd ên li Efrînê mane, ji ber binpêkirinên milîsên Îslamî jiyaneke zehmet derbas dikin.

Di vê çarçoveyê de, nûçegihanê Afrinpostê yê li navenda Efrînê ragihand ku milîsên Îslamî yên girêdayî dagirkeriya Tirkî û rêxistina Ixwan Mislimîn, berbanga Şemiya borî ango di 18’ê Çileya 2020’an de, firoşgeha welatiyekî Kurdî li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê dizî.

Nûçegihanê Afrinpostê di berdewamiya axaftina xwe de got ku çekdarên koma Oso yên girêdayî “Cebhe El-Şamiyê” firoşgeha welatiyê bi navê Elî Elo dizî ku firoşgeha li nêzî dermanxaneya Jîn a taxa Eşrefiyê dikeve û teqez kir ku şênî bi diziyê hesiyan lê ji ber ku ew çekdar bûn û cilên milîsan li xwe kiribûn, newêrîn nêzî wan bibûna.

Ji dema ku herêma Efrînê hatiye dagirkirin, dewleta Tirkî milîsên Îslamî ji xwe re wek amûr bi kar tîne û bi rêya wan Sûriyê dagir kir û axa wê parçe kir lê zêde di bin serpereştiya istixbarata Tirkî de, milîsan gelek diziya bi zordestî li Efrînê û gundewarên wê kirin û hê dikin. Milîsên Îslamî ji sala 2018’an ve, herêm ji aliyê diziyê ve li xwe parve kirin ku her milîsek navçe yan hejmareke gundên Efrînê didize û talan dike.

Çekdarên milîsên Îslamî yê bi navê “Ceyş El-Hur” û “Ceyş El-Wetenî” yên girêdayî rêxistina Ixwan Mislimîn, piştî ku Efrîn dagir kir mal û milkên şêniyên Efrînê ji xwe re rewa dibînin. Ji aliyekî din ve jî dagirkeriya Tirkî rêya xirabî û talaniyê weke xelat ji ajantiya wan re, vekiriye.

Related posts