Çawa cîhan di roja duyemîn a êrîşên dagirkirina Efrînê de bi Tirkiyê re bû alîkar

Afrinpost-Taybet

Di roja duyemîn a êrîşên dagirkeriya Tirkî li ser kantona Efrînê de ango di 21’ê Çileya 2018’an de, serokwezîrê Tirkî Binali Yıldırım ragihand ku piştî rojekê ji topbarana ezmanî, hêzên wan derbasî Efrînê bûn.

Wê çaxê artêşa dagirkeriya Tirkî bi daxuyaniyekê ragihand ku wan heta niha 153 navend, xalên leşkerî û cebilxaneyên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD topbaran kirin, her wiha balafirên me 108 navendên leşkerî rûxandin.

Li ser asta dîplomatîk jî, dagirkeriya Tirkî civaka navdewletî û ragihandina Erebî bi derewên wek kurdên Sûriyê cudaxwaz in, bê deng kirin.

Di vê çarçoveyê de, wezareta karên derve ya Tirkiyê bi armanca dagirkeriya xwe bide pejirandin, bangî şandeyên dîplomasî yên Urdun, Siûdî Erebîstan, Qeter, Kuweyt, Îraq û Lubnanê kir. Her wekî bangî şandeyên dîplomasî yên dewletên endam di konseya ewlehiya navdewletî û Îranê kir û plana êrîşên xwe şanî wan kir.

Hinek helwestên navdewletî yên fermî derheqê vê dagirkeriyê de derketin ku hinekan ji wan mafekî rewa ji bo Tirkiyê sînorê xwe biparêze dît û hinekan jî binpêkirina axa Sûriyê bi nav kir.

Tirkiyê ji piştevaniya ku Amerîka dida QSD’ê gelekî aciz bû. Piştî ku Amerîka ragihand ku ew ê hêzên parastina sînor ku hejmara wê ji 30 hezar leşker pêk tê, ava bike, axaftin û xwestekên Erdogan ên dagirkirina Efrînê zêde bû. Bi demê re tesbît bû ku ew gotinên Amerîka yên damezirandina hêzên parastina sînor tenê propaganda bû, armanc jê ew bû hincetekê bide Tirkiyê ku Efrînê bi rêya propagandakirina tirsên xwe yên cudakirina bakurê Sûriyê, dagir bike.

QSD’ê ti rojan ew propagandayên Tirkiyê ji xwe re esas negirtin, berevajî wê xwedî projeyeke sûriyeyî niştîmanî bû.  Bi demê re diyar bû ku armanca ew hincetên Tirkiyê, parçekirina axa Sûriyê û talankirina xêr û bêrên wê bû her wiha rêgirtina li pêşiya her çareseriyeke siyasî li Sûriyê bû.

Di 22’ê Çileya 2018’an de, wezîrê karê derve yê Amerîka James Mattîs got ku tirsên Tirkiyê yên ewlehiyê li ser sînorê xwe rewa ne û berî ku operasyon dest pê bike haya wan jê hebû.

Têkildarî wê berdevka wezareta derve ya Amerîka Heather Ann Nauert di roja yekemîn a operasyona dagirkeriyê de got ku em hêvî dikin ku Tirkiyê kiryarên xwe kontrol bike û operasyonên wê ji aliyê dem û çarçoveyê ve sînordarkirî be her wiha di êrîşên xwe de baldar be da ku sivîl pir nebin qurban.

Ji aliyê xwe ve jî wezîrê karê derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian nedilrihetiya xwe ji rewşa Sûriyê re nîşan da û banga sekinandina şerê li Efrînê kir her wiha derbaskirina alîkariyên mirovî û ji konseya ewlehiyê daxwaz kir ku civîneke awarte di 22’yê Çileyê de piştî êrîşên dagirkeriyê li dar bixe.

Wezîrê karê derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian bi rêya tiwîterekê got ku civîna awarte ya konseya ewlehiyê wê di derbarê rewşên Xûtaya rojhilat, Idlib û Efrînê de be.

Têkildarî civîna awarte ya konseya ewlehiyê, wezîrê karê derve yê Tirkiyê Mevlüt Çavuşoğlu got ku veguhestina Fransa yan dewleteke din a operasyona “Şaxa Zeytûnê” bo Neteweyên Yekbûyî weke sekinandina li kêleka terorîstan e û ne li kêleka dewleteke hevalbend e. Hêjayî bibîrxistinê ye ku tevahiya cîhan dizane ku Hêzên Sûriya Demokratîk şerê terorê kir û Tirkiyê jî piştgirî û fînanseya wê dike.  

Her wiha di 21’ê Çileyê de wezîrê karê derve yê Almanya Sigmar Gabriel ji ber şerê Tirkiyê li hemberî Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê, şiyariya xeteriyên ku nayên pêşbînkirin da û wiha go:  “Ev operasyon nedilrihetiyê nîşan dide’’

Berdevkê wezareta derve ya Birîtanya têkildarî dagirkeriya Tirkî ji bajarê Efrînê re got ku êrîşên Tirkiyê di çarçoveya parastina sînor de tên û ew jî berjewendiyeke rewa ye û Tirkiyê li gel hevalbendên wê yên NATO’yê derbarê çareseriyan li Sûriyê xwedî heman fikir in.

Rûsiya jî li ser zimanê berdevkê Krîmlinê di 22’yê Çileyê de got ku berpirsên Rûs bi rêveberiya Tirkiyê re derbarê operasyona leşkerî de ya ku li dijî YPG’ê dest pêkiriye, di nava peywendiyan de ne û diyar nekir ku berî operasyonê haya xwe ji van êrîşan hebû yan na û bi bîr xist ku hêjî Rûsiya girîngiyê dide yekparebûna axa Sûriyê.

Ji nava dewletên Ereb tenê Misirê bi awayekî aşkere helwesta xwe nîşan da ku wezareta derve ya Misirê di 21’ê Çileya 2018’an de bi daxuyaniyekê dagirkeriya Tirkî li dijî bajarê Efrînê red kir û got ku ev êrîş binpêkirineke nû a serweriya Sûriyê ye, operasyonên bi vî rengî, bandorê li şerê li dijî DAIŞ’ê dike.

Rêjîma Sûriyeyî jî tenê di çarçoveya daxuyaniyên sembolîk de ma ku yê bi navê cîgirê wezîrê karê derve Faysel Miqdad naskirî ye, got ku welatê wî dê bi şêweyê guncaw bersiva her êrîşên Tirkî li dijî bajarê Efrînê bide û wiha dewam kir;

Em rêveberiya Tirkiyê şiyar dikin ku destpêkirina her êrîşeke leşkerî li dijî herêma Efrînê, em ê wek dagirkerî ji axa Sûriyê re bi nav bikin û diyar kir ku hêzên wan ji bo rûxandina balafirên Tirkî li ezmanê Sûriye amade ne, pêwîst e Tirk nas bikin ku ew naçin seyranê. Em ji civaka navdewletî daxwaz dikin ku dagirkeriya Tirkî li ser Sûriyê şermezar bike û îdîa kir ku hikûmeta Tirkiyê ew derbarê dagirkirinê de agahdar nekirine.

Girêdayî bertekên ji hundirê Tirkiyê ve derkevin jî, serokê Tirkiyê şiyarî da Partiya Demokratîk a Gelan HDP ku ti xwepêşandanên dijberî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê lidar nexin û wiha got: “Bihêlin ez ji we re teqez bikim ku hûn kêlî bi kêlî di bin çavdêriyê de ne. Li kîjan qada ku hûn lê bicivin, hêzên me yên ewlehiyê dê bi ser we de bigirin û wiha dewam kir; Şiyarî! Eger hinek xwedî li bangewaziya xwepêşandanan derkevin û şaştiya derketina kolanan kirin, dê buhayekî mezin bidin.”

Li ser asta meydanî:

Di roja duyemîn a dagirkeriya Tirkî de ango 21’ê Çileya 2018’an de, Yekîneyên Parastina Gel YPG ragihand ku hêzên Tirkiyê hewl dan ku sînor ji bajaroka Gul Baba ya sînorî derbas bikin û têkevin herêma Herêma Efrînê lê belê piştî şerekî giran,  ji aliyê YPG’ê ve rê li pêşiyê hat girtin û neçar man ku paşde vegerin.

Di heman demê de kurd û dostên wan li seranserî cîhanê xwepêşandan li dijî dagirkeriya Tirkî li dar dixistin.

Di dema ku êrîşên Tirkiyê dest pê kirin, Rûsiya 170 leşkerên xwe ji Efrînê vekişandin.

Têkildarî vekişandina leşkerên Rûsî, wezareta karê derve ya Rûsiya xuya kir ku ev yek ji bo parastina leşkerên Rûsî tê û Rûsiya ji nêz ve û bi baldarî rewşa li Efrînê dişopîne. Rûsiya bi vê yekê xwest ku bazara bi Tirkiyê re kiriye, veşêre ku ji aliyekî ve leşkerên xwe ji Efrînê vedikişîne û ji aliyekî din ve Tirkiyê çete û çekdarên xwe ji gundewarên Şam, Hums, Hema, Idlib û balafirgeha Ebû Zihûr ya leşkerî vekişandin.

 

 

 

 

Related posts