Serdegirtin û binçavkirin li taxên bajarê Efrînê

Photo Credit To nêt

Afrinpost – Taybet
Nûçegihanê Afrinpost ragihand ku dewriyeyeke hevbeş a îstixbarata dagirkeriya Tirk û milîsên polîsa sivîl dest bi pêngavên serdegirtin û binçavkirina welatiyên Kurd ên li Efrînê mane kir.
Nûçegihan diyar kir ku dewriye li gorî lîsteya navan tevdigere, ew nav jî ji aliyê îstixbarata dagirkeriya Tirk a ku bi xwe serpereştiya serdegirtin û binçavkirinê dike, ve tên xwestin.


Nûçegihan tekez kir ku pênagava binçavkirinê ya îroj giranî dabû taxa Efrîna Kevn û Riya Vîlat, heya niha jî nediyar e eger tu kes hatin binçavkirin an na.


Nûçegihan bal kişand û got ku hêzên dagirkeriya Tirk dest bi pêngaveke bi heman rengî li taxên Mehmûdiyê û Eşrefiyê kirine, di encamê de jî 4 welatiyên Kurd li taxa Mehmûdiyê hatin binçavkirin û niştdagirekî ku rewşa wî baş e li Eşrefiyê hat binçavkirin, lê navên hatin binçavkirin nehatin naskirin.


Milîsên Îslamî revandina sivîlan weke rêbazê bidestxistina pereyan bi kar tînin, ev jî yek ji rêbazên ku ji despêka dagirkirina Efrînê ve tê bikaranîn, dagikeriya Tirk bi xwe jî vê rêbazê kontrol dike da ku Kurdan koç bike û nihêle yê koçkirî jî vegere.


Her wiha rêbazên tirsê yên li ser Kurdan dimeşîne, nahêle xelkê herêmê hevkariya rêxistinên hiqûqî û saziyên ragihandinê bike, sedema vê jî metirsiyên şopandina ewlehî ji aliyê dagirkeriya Tirk ve ye.


Beriya niha jî, Desteya Zagonî ya Kurd bang li welatiyan kir da ku bi awayekî berfireh bi desteyê re hevkar bin ji bona ku kiryarên dagirkeriyê eşkere bikin, û tekez kir ku tirsandina ji aliyê çekdarên dagirkeriyê nahêle ku piraniya welatiyan bi çalakgerên wê re hevkar bin.

Post source : taybet

Related posts