Ji ber ku dagirkeriya tirk rê li pêşiya derxistina zeyta zeytûnên Efrînê digire, nirxê tenekeyê zeytê dadikeve 15 hezar lîreyên sûrî

Photo Credit To Nêt

Afrinpost-Taybet
Afrinpost ji çavkaniyên cuda hate agahdarkirin ku ji ber siyaseta ku dagirkeriya tirk ferz dike ku pê re şêniyên Efrînê yên resen xizan û birçî bike, tenekeyên zeytê li sûkên bajara Efrînê komî ser hev bûne û pir nayê firotin.


Çavkaniyan teqez kir ku dagirkeriya tirk û milîsên wê yên îslamî yên girêdayî rêxistina ixwan misilmîn, rê li pêşiya derxistina zeyta zeytûnan ji Efrînê bo herêmên dîtir ên Sûriyê girtine da ku şênî neçar bimînin ku bi nirxekî pir erzan bifiroşin bazirganên ku bi wan re kar dikin û wiha lê zêde kirin; nirxê tenekeyeke zeyta zeytûnan ku 16 KG bi şêweyekî mezin daketiye û bi 15 hezar lîreyên sûrî û jêr de tê firotin. Berî ku milîs vê yekê bikin, tenekeyê zeytê bi 19 hezar lîreyên sûrî dihat firotin.


Li gorî çavkaniyan bazirgan zeytê ji sûkan nakirin û rê jî li pêşiya derxistina zeytê ji Efrînê bo herêmên Sûriyê yên dîtir, digirin, ji ber vê yekê nirxê zeytê kêm bûye.


Berhema zeytûnan wek stûneke sereke ya aboriya Efrînê ye ku çandiniya zeytûnan li herêmê di rêza yekemîn de tê û hejmara darên zeytûnê digihêje derdora 18 milyon darî.


Piştî dagirkeriya tirk ji Efrînê re, bi deh hezaran ji darên zeytûnê hatin birîn her wiha ji ber şert û mercên giran û zehmet ên ku li ser şêniyên kurd tên ferzkirin, xizmeta wê jî kêm bû.

Post source : Teybet

Related posts