Li Efrînê Genoside (Cînosayd) dijî Kurdan tê kirin

AFRINPOST
Rojnameger Mihemed Bilo di hevpeyvînekê de li gel Lukman Ahmad bi riya radiyoya Dengê Emerîka, rewşa hundirê Efrînê, koçber û gefên li ser rojhilatê Feratê anî ziman.
Rojnameger M.Bilo di bersivdayîna pirsa pêşkêşvan Luqman Ehmed de di derbarê rewşa Efrînê yê îroyîn bi giştî de, bal kişand ser wê yekê ku ji 18ê adara 2018 de, piştî ku Efrîn ji aliyê milîsên îslamî bi alîkariya dagîrkeriya tirkiyê hat dagîr kirin, siyaseta Genocide(cînosayd)ê li herêma Efrînê tê kirin, bi taybetî kurdên Efrînê rojane rastî destdirêjîkirin, talan, revandin û kuştinê tên, herwisa M.Bilo dupat kir ku ev Cînosayda ha bi zanebûn ji aliyê dagîrkeriya tirkiyê ve tê birêvebirin û armanca vê siyaseta qirêj jinavbirina kurdan e, ji ber ku tenê li ser kurdan tê meşandin.
Di berdewamiya axiftina xwe de M.Bilo anî ziman, ku pêrsgirêka sereke ya dagîkeriya tirkiyê ne wekî ku hinekan guman dikir tenê bi aliyekî Kurdî re ye mebest YPG, lêbelê armanca dagîrkeriya tirkiyê di şerê li dijî Efrînê de baş zelal bû, ku jinavbirin û tunekirina Kurdan li hemû bakurê sûriyê ye.
M.Bilo dibîne ku ev siyasete Genoside rista(xêza) sereke ya siyaseta dagîrkeriya tirkiyê ye û bi alîkariya tevgera Birayên Misilmanan(ixwan elmisilmîn), lewra jî em dibînin ku dagîrkeriya tirkiyê herdem gefan li herêmên Rojhilatê çemê Feratê dixwe.
Her wisa M.Bilo gefên dagîrkeriya tirkiyê bi awayekî metirsîdar dibîne, ku dagîkeriya tirkiyê dixwaze nimûneya Efrînê li wir jî pêk bîne, belam rewşa Rojhilatê Feratê li gorî navborî ji ya Efrînê cudatir e, çonke hevbendiya navdewletî ya dijî terorê bi serpereştiya USA li wir e, lê dagîrkeriya tirkiyê dê her hewlên xwe bike ku tu deskeftiyan di dest kurdan de nehêle û tu rola wan di pêşeroja sûriyê de nebe.
Li ser rewşa penaberên Efrînê jî M.Bilo diyar kir, ku piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê milîsên îslamî û dagîrkeriya tirkiyê ve derdora 300 hezar kes ji Efrînê penaber bûn û piraniya wan li gundewarên helebê bi cîh bûne bi taybetî li herêma şehbayê (Fafîn, til rifat, dêr cimal) û niha li wir 5 kamp hene, lêbelê penaberên Efrînê li şehbayê hatina dorpêçkirin heta rejîma sûriyê jî gelek astengiya ji wan re peyda dike û nahêle ku penaber bi hêsanî herin helebê, da bikaribin pêdiviyên xwe dabîn bikin, herwisa rêxistinên navdewletî jî bi nirîna navborî çi tişt nekirin ne, ne ji bo penaberan û ne jî ji bo rewşa hundirê Efrîna dagîrkirî.

Related posts