Piştî ku ji Şehbayê vegerî, milîsan ew li Efrînê revand

AFRINPOST-Taybet

Milîsên “Cebha El-Şamiyê” yên dagirkeriya Tirkî roja Duşemê bi sibehê, şêniyekî Kurd bi navê Raxib Ehmed Elo (32 salî) ji pêşiya dikanekê li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê bi bihaneya danûstandina li gel saziyên Rêveberiya Xweser revand.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku xort Elo ji şêniyên gundê Dîkê yê navçeya Bilbilê ye. Ew li Şehbayê dima û bi rêya revandinê bi navbeynkariya hinek qaçaxciyên milîsên “Cebha El-Şamiyê” di bajarokê Mêryemînê re beramberî 700$ gihîşt bajarê Efrînê.

Raxib dixwest malbata xwe jî derbasî Efrînê bike, lê belê ew revand û piştî 3 rojan radestî istixbarata Tirkiyê kir ku ta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Nûçegihan da zanîn ku dewriyeyeke istixbarata Tirkî û milîsên “polîsên leşkerî” sibeha roja Sêşemê serdana gundê Dîkê kir û li gel mixtarê gund li rewşa xort pirsî.

Related posts