Desthilatên dagirkeriyê piştî dizînê dergehên bendava Meydankê girtin

AFRINPOST-Taybet

Desthilatên dagirkeriya Tirkî destê xwe daniye ser ava Meydankê û jê kenalên avê dikişîne bendava Rihaniyê da ku gola wê tijî bike.

Her wiha kehrebeyê jî ji xwe re weke projeyeke hilberandinê bi kar tîne.

Desthilatên dagirkeriya Tirkî roja Çarşema borî dergehên bendava Meydankê piştî ku çiqasiyeke mezin ji wê dizîn ku 22 milyon M3 bi bihaneya çaksazkirina dergehan birin.

Nûçegihanê Afrinpostê ragihandibû ku desthilatên dagirkeriyê roja Şemiyê 3`ê Tîrmehê, dergehên bendavê bi qasî 20 CM vekir da ku avê bi rêya kenalan derbasî bendava Rihaniyê li eyaleta Hatay a Tirkî bikin.

Related posts