Xortekî Kurd piştî 2 salan bi lingekî ji zîndanên dagirkeriya Tirkî derket

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost roja Yekşemê agahdar bû ku desthilatên dagirkeriya Tirkî beriya derdora 2 hefteyan şêniyekî Kurd piştî bêtirî 2 salan di zîndana “Raî” ya navxerab de berda. Ji ber îşkenceya giran şêniyê Kurd bi nexweşiya Gergerîne ket û ji ber vê yekê lingê xwe di zîndanê de wenda kir.

Çavkaniyan diyar kir ku xortê Kurd bi navê Mistefa Mihyedîn Betel (36 salî), ji şêniyên bajarokê Şiyê ye, beriya bêtirî 2 salan ji mala xwe li dorhêla Gaziya Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê, ji aliyê milîsên “Sultan Mûrad” ve, piştî biserdegirtin û berxwedana wî hat revandin.

Mistefa berî ku were revandin, rastî lêdaneke tund li pêşiya jin û her du zarokên xwe hat ku di encamê de lingekî wî şikest. Lê tevî wê jî hat revandin û derbasî zîndana “Raî” ya navxerab kirin.

Çavkaniyên destnîşan kir ku ciwanê bi navê Mistefa zewicî ye û xwediyê 2 zarokan e. Piştî ku di bin lêdana çekdaran de lingê wî şikest, ti doktoran li rewşa wî meyze nekir û wiha ma. Piştre rêveberiya zîndanê ew rakirin nexweşxaniyê û li wir lingê wî qut kir. Ew ji dema ku hatiye girtin di wê rewşê de ango lingqutkirî û heta berî du hefteyan di wê rewşê de ma.

Related posts