Dagirkeriya Tirkî ji nû ve rojnamevanên rojavayî tîne Efrînê da ku rûyê wê spî bikin

AFRINPOST-Taybet

Desthilatên dagirkeriya Tirkî bi awayekî rêxistinkirî rê nadin ekîbên ragihandinê yên serbixwe derbasî herêma Efrîna dagirkirî bibin. Her wiha rê li ber rêxistinên mafnasiyê jî yên navdewletî û xwecihî digirin da ku sûc û binpêkirinên ku derheqê şêniyan de dikin, aşkere nebin. Lê belê her demekê bi zanabûn û rêxistinkirî hinek rojnamevanên rojavayî derbasî herêmê dikin da ku hinek mijarên berê hatine diyarkirin, bişopînin û bi rêya wan raya giştî bixapînin û propagandaya siyaseta xwe bikin.

Di vê çarçoveyê de desthilatên dagirkeriya Tirkî rojnamevanê rojnameya “The Independent” a Birîtanî û “Franc 24” her wiha hinek rojnamevanên din, piştî ku bajarê Efrînê û nexweşxaneya wê ya sereke hatin topbarankirin, derbasî herêma Efrînê kirin.

Nûçegihanê rojnameya Birîtanî di rapora xwe de destnîşan kir ku desthilatên Tirkiyê û hevalbendên wê bawer dikin ku êrîşa li vê dawiyê di çarçoveya paşdexistina rewşa xizmetguzarî û başkirina asta jiyanî li bajarê Efrînê de pêk hat. Rojnamevan idîa dike ku bajarê Efrînê berevajî herêmên din ên dagirkirî, û heta yên di bin kontrola rêjîma Sûrî de êdî 24 saetan bi kehrebe û av e, lê zêde rêyine nû jî hatine çêkirin û prosesên bazirganiyê jî, çalak bûne.

Lê tiştê balkêş ew e ku nûçegihan hemû aliyên xizmetê yên giştî neanîn ziman û bi taybet saziyên xizmetguzariyê yên ku ji aliyê çekdarên Enqereyê ve hatine rûxandin.

Her wiha ew çalakbûna bazirganî ya ku qalê dike, ji aliyê niştedagîrên ji derveyî herêma Efrînê ku dikanên bazirganiyê yên şênî û koçberên Efrînê desteser kirine, pêk tê. Ne tenê bi desteserkirinê sînordar mane ku navên deverên jê hatine li wan dikanan dikin da ku guhertina demografîk bi temamî pêk bînin.

Nûçegihanê “The Independent” a Birîtanî xwe gelekî newestand. Ew nefikirî ku berê xwe bide şêniyên herêmê yên resen, îfadeya wan negirt û bi ti carî li rewşa wan nepirsî.

Bi giştî ew rapora ku hatiye amadekirin dûrî rastî û profesyonaltiyê bû. Ji ber ku desthilatên dagirkeriyê dema ku sûc li Efrînê rû didin, rê nadin ku ti dezgehên ragihandinê derbasî herêmê bibin û rastiyê bi raya giştî re parve bikin. Berevajî wê bi her awayî hewl dide ku rastiya heyî veşêrin.

Related posts