Kurdek li Efrînê hat binçavkirin û 2 jî hatin berdan

AFRINPOST-Taybet

Desthilatên dagirkeriya Tirkî şêniyekî Kurd li ser rêbenda têketina bajarê Efrînê bin çav kir û 2 jî piştî 3 salan di zîndana “Raî” ya bajarê Babê de berdan.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên “Emin Siyasî” roja Înê 11`ê Pûşberê 2021 şêniyê Kurd Ehmed Îbrahîm Mihemed (35 salî) ji şêniyên gundê Xelîlaka yê navçeya Bilbilê li ser rêbenda kontrolê(Hacizê Qos) ya bajarê Efrînê, bi tawana ku berê tevlî nava Hêzên Parastina Cewherî (HPC) bin çav kir.

Nûçegihan da zanîn ku şênî Ehmed karê zirîqê(lêdana heriyê) dike û li taxa Eşrefiyê- rêya Servîs li kêleka navenda yê bi navê “Neîm” ê milîsên “Cebha El-Şamiyê” dijî. Şênî Ehmed dema berê xwe dabû gundê Metîna li ser rê hat binçavkirin.

Li aliyekî din, û li gorî rapora partiya “Yekîtî”, roja Şemiyê 12`ê Pûşberê derketibû, desthilatên dagirkeriya Tirkî 3`ê Pûşberê 2021 şêniyekî Kurd bi navê Abdîn Elî Hemo (30 salî) ji şêniyên gundê Şîltatê yê navçeya Şera piştî 3 sal û 3 mehan berda û di roja pey wê re 4`ê Pûşberê 2021 dagirkeriyê şêniyê bi navê Hûrîk Reşîd Silo(30 salî) ji heman gundî, piştî 3 sal û nîvan ji binçavkirinê, berda.

Tê zanîn ku şênî Abdîn û Hûrîk di zîndana Raî ya bajarê Babê yê navxerab de bû û haya ti kesî jê tune bû.

Related posts