Ji ber operasyonên “Hêzên Rizgariya Efrînê” 6 çekdar li aliyê Basûfanê hatin kuştin

AFRINPOST-Taybet

Li aliyê gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawayê, Hêzên Rizgariya Efrînê(HRE) 6 çekdar kuştin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku Hêzên Rizgariya Efrînê(HRE) li dijî xalên milîsên “Feyleq El-Şam” li gundê Basûfanê yê Şêrawayê operasyonek pêk anî. Di encamê de 6 çekdar hatin kuştin.

Nûçegihan navên 4 kuştiyên “Feyleq El-Şam” belge kirin û navên wan jî ev in; Ebû Basil, Ebû Hemze, Ebû Umer, Ebû Sedam.

Li gorî nûçegihan hemû kuştî ji bajarê Dariya yê gundewarê Şamê ne.

Piştî wê, artêşa Tirk aliyên gundên Şêrawayê bi dijwarî topbaran kir. Gundên ku hatine topbarankirin ev in; Merenaz, Şewarxe, Malikiyê, Suxanekê, Kilûtê, Bênê û Meyase ku ziyanên mirovî heta niha nehatine nasîn.

Related posts