Di bin bandora hebên hişbiriyê de çekdarekî “Melikşah” du hevalên xwe kuştin

AFRINPOST-Taybet

Çekdarekî milîsên “Melikşah” ên Ixwan Mislimîn roja Şemiyê bi êvarê hejmareke çekdar di navendeke milîsan li navçeya Şera ya Efrînê dagirkirî kuşt û birîndar kirin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku di navbera çekdarên milîsan de pevçûneke destan derket, piştre mezin bû ku di encamê de gule hatin avêtin û kuştî û birîndar çêbûn.

Li gorî nûçegihan 2 çekdaran rasterast hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bû û kujer jî bi navê “Xeldûn Tewfîq” ji Şamê ye ber bi Tirkiyê de reviya lê milîsên “polîsên leşkerî” ew girt.

Nûçegihan da zanîn ku sedema pevçûnê li nakokiyên di belavkirina bacên ji şêniyan standibû û wiha dewam kir;

Di rûniştineke milîsan a bêhnkirina madeyên hişbirê de, li navenda yê bi navê “Erabe Idrîs” sermilîsê “Melikşah” de bûyer qewimî.

Milîsan ragihand ku 2 çekdarên wan ji ber wê bûyerê li navçeya Şera hatin kuştin.

 

 

 

Related posts