Milîsên dagirkeriya Tirkî 225 darên berhemdar li gundê Şêxûrzê, Uga û Turindê birîn

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn 225 darên zeytûnê, hinar li gundê Uga, Şêxûrzê û Turindê bi mebesta êzingkirinê birîn.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên milîsên “Siqûr El-Şemal” ku gundê Şêxûrzê yê navçeya Bilbilê dagirkirine, 70 darên zeytûnê ji zeviyê şêniyê bi navê Mihemed Ehmed Ebû Aras birîn her wiha 35 darên zeytûnê yên şênî Mihemed Dede li gundê Uga yê Bilbilê birîn.

Li gundê Xelnêrê yê bajarê Efrînê jî, çekdarên milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” derdora 80 darên zeytûnê yên endamekî malbata Qaqo birîn.

Li gundê Turindê yê bi ser bajarê Efrînê jî, niştedagîran 40 darên hinarê li zeviyê nêzîkî daristana duyem a şêniyê Kurd Xalid Qudo birîn.

Li gorî rêxistinên mafnasî û rewangehên nûçeyan didin zanîn ku hejmara darên berhemdar ên ku bi armanca bazirganiya êzingan hatine birîn, bêtirî nîv milyon darên zeytûnê ye. Lê zêde daristanên merxê jî derdora 15 hezar hektar ji hole rabûne.

Related posts