Milîsên “El-Hemzat” 4 şêniyên Kurd li gundê Basûtê revandin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên “Firqeya El-Hemzat” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, roja Pêncşemê 8`ê Nîsanê 2021, (4) şêniyên Kurd ji gundê Basûtê yê Efrînê bi tawana peywendiya li gel Rêveberiya Xweser revandin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên “El-Hemzat”  Betal Fethî Betal (40) salî, Hisên Umer Elûş (23) salî, Şêro Mihemed Xelîl (23) salî, Xelîl Mihemed Elî (20) salî revandin û birin zîndanên xwe yên veşartî di navbera gundê Basûtê û Birc Ebdullah.

Nûçegihan teqez kir ku milîs li gel xwediyên revandî ji bo girtina fidyeyê di nava peywendiyê de ne. Êdî milîs li ser her yekî ji wan 1000$ beramberî berdana wan dixwazin.

Li aliyekî din milîsên dagirkeriya Tirkî demeke berê li bajarê Ezazê (2) şênî ji gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawayê, dema hewl didan derbasî Tirkiyê bibin, revandin û hêjî çarenûsa wan ne diyar e.

Li gorî rêxistina Mafên Mirovan kesên ku hatine revandin ev in; Mahêr Xalid Oso (20) salî, Mistefa Ebas Ehmed (22) salî

Related posts