Hinek niştedagîrên tundraw plan dikin ku Kurdinan bi hinceta lidijîderketina Îslamê tesfiye bikin

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost ji çavkaniyên xwe yên taybet li Efrînê agahdar bû ku hinek niştedagîrên tundraw plan dikin ku bi hinceta derketina li dijî Îslamê, hinek Kurdan tesfiye bikin û wiha dewam kirin;

Li dibistana pîşesazî ya bajarê Efrînê, di waneyekê de gotûbêj li ser cejna Newrozê hat kirin. Hinek ji niştedagîran idîa kir ku mamosteyekî Kurd êrîşî Îslametiyê kiriye ku ev ji xwe re hincet dîtin û li ser vê bingehê plan dikin ku wî bikujin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, niştedagîrê bi navê Ebû Iz di komeke taybet li ser sosyal medya de, bi idîaya ku mamoste Mihemed Celal Mihemed êrîşî ola Îslamê kiriye, bi endamên komê yên niştedagîr re plana kuştina wî parve kir.

Her wiha endamên koma taybet bi niştedagîran, planeke mîna wê ji bo kuştina xizmetkarekî Kurd ku li dibistana “Itîhad Erebî” kar dike, danîn. Wan idîa kir ku wî xizmetkarî nehiştiya xwendekarekî dibistanê berî nimêjê xwe bişo, lê belê nehat zanîn ku navê xizmetkarê dibistanê çi ye.

Girêdayî heman mijarê, Îlona 2018`an li bajarokê Mabeta hejmareke niştedagîr li dijî meclisa xwecihî ya Mabeta, ji ber ku mamosteyeke Kurd  şarpe nedabû serê xwe, xwepêşandanek li dar xist. Û ji ber ku di meclisê de Kurdên li gel dagirkeriyê kar dikin, serwer in, niştedagîran daxwaza rakirina meclisê bi giştî kir. Wê çaxê di nav de serokê meclisê Şêx Nasan, niştedagîran êrîşî endamên meclisê kirin.

Related posts