Ji ber teqîna mayînekê li Efrînê zarokek hat kuştin

AFRINPOST-Taybet

Roja Şemiyê zarokekî 10 salî dema pez li ber çema Efrînê diçêrand ji ber teqîna mayînekê hat kuştin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku dema zarokê 10 salî pezê xwe li dorhêla çemê Efrînê ji aliyê kolana Bobena li taxa Zêdiyê li bajêr, diçêrand, mayîn pê de teqiya, birîndar bû û rakirin nexweşxaneyeke bajêr lê belê li nexweşxaneyê ji ber birîna wî giran bû mir û nehat zanîn kî ye.

 

 

Related posts