Dagirkeriyê xortekî Kurd berda û hêjî çarenûsa yekî din jî ji 2 û nîv de nediyar e

AFRINPOST-Taybet

Desthilatên dagirkeriya Tirkî beriya derdora hefteyekê, xortê Kurd(Nîdal Elî) piştî derbasbûna bêtirî du sal û nîvan ji binçavkirina wî li gundê Keferdelê yê navçeya Cindirêsê, berda.

Nûçegihanê Afrinpostê di vê derbarê de ragihand ku dagirkeriyê bi tawana tevlîbûna Nîdal Elî ji Hêzên Sûriyê Demokratîk(QSD) re hat binçavkirin û derdora du sal û neh mehan di zîndanên dagirkeriyê de ma.

Ji aliyekî din ve, hêjî çarenûsa xortê Kurd Kawa Reşîd Ehmed Elîko kurê Fatme ji dema ku hatiye revandin 8`ê Cotmeha 2018`an ji aliyê çekdarên milîsên “Sultan Mûrad” ve bi bihaneya ku dema Rêveberiya Xweser de tevlî nava Hêzên Erka Xweparastinê û heta niha nediyar e.

Şênî Kawa ji bûyînên 1989`an ji gundê Dargirê yê navçeya Mabeta ye. Ew hêjî di zîndanên milîsên dagirkeriyê de ye û li gorî agahiyên ji herêmê tên, ew di zîndana gundê Kefercenê yê navçeya Şera de ye.

Related posts