Milîsên “El-Fatih” toreke kehrebeyê li gundê Mamila talan kir

AFRINPOST – Taybet

Tor û kabloyên kehrebeyê bi rêk û pêk ji aliyê çekdarên milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî ve tên dizîn û piştre pê bazirganî tê kirin.

Girêdayî wê li gundê Mamila yê navçeya Mabeta milîsan bi bihaneya reformkirina kehrebeyê, torên wê bi şêweyekî aşkere dizîn.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên milîsên “Mihemed El-Fatih” ên dagirkeriya Tirkî li gundê Mamila torên kehrebeyê yên tora giştî bi bihaneya reformkirin û jinûve sazkirinê dizîn û wiha nûçegihan dewam kir; çekdaran pirsgirêk çareser nekir û tor û kablo dizîn.

Tê zanîn ku niştedagîr bi mebest û zanabûn guherînerên kehrebeyê(transformer) li tevahiya gundên herêmê vekirin û firotin kompanyaya kehrebeyê li Efrînê. Hemwextî dizîna tor û guherînerên kehrebeyê, kompanyayeke Tirkî li ser girêdana Efrînê û navçeyên wê bi torên kehrebeyê yên Tirkî dixebite. Ev gav desthilatên Tirkiyê piştî ku hînkarî, peywendî û aborî bi eyaleta Antakya ya Tirkî ve li gorî planekê girê da, dest pê kir.

Li gundê Keferşîl, Şêxûrzê, Qota, Kotana, Qizilbaşa, Çema, Mîdanekbes, Xilalka, Bablît, Kokebê, Qibê, Qijûma, Gorda û Feqîra û ji bilî wan, diziya guherînerên ceyranê(kehrebe) hat dîtin û ji kompanyaya kehrebeya Efrîn re hatin firotin. 

Related posts