Xortekî Kurd ji Erebe piştî wendabûna 3 salan hat berdan

AFRINPOST-Taybet

Roja Duşemê desthilatên Tirkiyê xortekî Kurd bi navê Mistefa Ebid El-Ruhman piştî 3 salan di zîndana Maratê ya navendî de hat berdan.

Dagirkeriya Tirkî şênî Mistefa beriya 3 mehan ji zîndaneke nepenî(dibe ku zîndana Raî ya navxerab be) veguhastibûn ku roja Şemiyê ji zîndana Raî hat berdan.

Milîsên “Lîwa Mihemed El-Fatih” 9`ê Nîsana 2018`an li gundê Ereba yê navçeya Mabeta, bi ser mala şênî Mistefa de girt û bi tawanana ku berê di dema Rêveberiya Xweser de tevlî nava hêzên Xweparastinê bûbû,  revand.

Ji dema ku hatiye revandin û heta berî berdana wî, çarenûsa wî ne diyar bû, dihat gotin ku ew li gel istixbarata Tirkiyê bû. Malbata wî beramberî aşkerekirina cihê wî çend caran pere dan milîsên “El-Fatih”, lê wan got ku çarenûsa wî di destê Tirkan de û ji ber tawana wî xeternak e, em nikarin xwe bigihînin.

Related posts