Kurdek bi navê Osman li nexweşxaneya leşkerî di rewşeke gumanbar de mir

AFRINPOST-Taybet

Rewşeke mirinê ya nû li nexweşxaneya leşkerî ya bajarê Efrîna dagirkirî di nava şert û mercên bi guman çêbû. Û derbarê dizîna lebatên mirovan li nexweşxaneyê şahid hene û balê dikişînin li ser derziya ku li nexweşan didin û piştre jiyana xwe ji dest didin.

Ji ber navê xerab ê nexweşxaneya leşkerî li Efrînê, tirseke giştî ketiye nava şêniyan ku êdî bajar ji bo şêniyên Kurd û heta niştedagîran bûye dojeh ku li vê nexweşxaneyê nexweş tên kuştin û lebatên wan jî tên dizîn.

Herî dawî şênî Osman ji gundê Birc Ebdalo yê Şêrawayê di vê nexweşxaneyê de hat kuştin.

Di vê çarçoveyê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku şênî Osman Ehmed (70 salî) ji gundê Birc Ebdelo yê navçeya Şêrawayê di vê nexweşxaneyê de di rewşeke nediyar de mir. Tê hevyazkirin ku beriya du rojan ji aliyê kadroyên nexweşxaneyê ve hatiye kuştin û lebatên laşê wî jî hatine dizîn.

Nûçegihan li ser zimanê karkerekî nexweşxaneyê got ku piştî lebatên nexweş tên dizîn, derziyekê li wî dixin ku pê re xwînmeyîn çêdibe û dimire û navê derziyê jî “Pancrunom biromede”.

Têkildarî termê Osman jî, nûçegihan bi bîr xist ku nasekî wî teqez kir ku sîngê wî vekirî bû û lebatên wî yên hundirîn hatibûn dizîn.

Her wiha nûçegihan li ser zimanê çavkaniyekê ragihand ku nasekî Osman jê re got ku lebatên wî ji bo firotinê derxistibûn.

Heman bûyer 26’ê Mijdarê 2020 bi serê şêniyekî Kurd bi navê Mihemed Mehmûd Îbo (57 salî) ji şêniyên gundê Kurzêlê hat ku berê xwe da nexweşxaneyeke li bajarê Efrînê. Lê belê pir li wir nema ku ew rasterast rakir nexweşxaneya leşkerî ku berê bi navê Ş. Ferzende dihat naskirin. Sibeha 27’ê Mijdarê 2020 kadroyên nexweşxaneyê malbata wî bi mirina wî agahdar kir û ji ber ku bi Korona bû nehiştin ku ti kes nêzîkî termê wî bibe û wisa veşartin.

 

 

 

Related posts