Ji ber Korona dadgeha dagirkeriyê li bajarê Efrînê hat girtin

AFRINPOST-Taybet

Dadgeha dagirkeriya Tirkî li bajarê Efrînê ji ber ku vîrûsa Koronayê di nava endamên wê de belav bûye, deriyên xwe li pêşiya şêniyan girt.

Li gorî çavkaniyên Afrinpostê dozên dozgeriyê yên ku dagirkeriyê li dijî endamêm meclisa Mabeta rakiribûn jî, bi paş ketin.

Çavkaniyan teqez kir ku diviya bû ku Pêncşema borî, endamên meclisa xwecihî yên li navçeya Mabeta hatibûn binçavkirin, biçûna dozgeriya giştî da ku derkevin pêşiya dadgehê, lê ji ber pêketina hinek karmendên dadgehê bi vîrûsa Koronayê, hatin paşxistin.

Desthilatên dagirkeriya Tirkî roja Çarşemê 14’ê Cotmehê 2 şêniyên Kurd ji endamên meclisa xwecihî ya navenda navçeya Mabetayê bi navê Ferhad Ehmed û Zozan Misto ji şêniyên gundê Husê(Mîrkan) bin çav kirin û birin cihekî nediyar.

Her wiha dewriyeke ji milîsên “polîsên sivîl” di heman rojê de şênî “Ebid El-Mutelib Nasan” ku serokê meclisa xwecihî ya bajarokê Mabeta bû bin çav kir.

Related posts